Li Stenbolê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin

Li Stenbolê di serdegirtinên malan de yên ku di 16’ê Çileyê de hatibûn kirin, 16 kesên ku di nav wan de 2 zarok jî hebûn hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 11 jê hatin berdan, 4 kes hatin girtin û ji bo kesekî jî biryara kontrola edlî hate dayîn.

16 kesên ku di 16’ê Çileyê de li Stenbolê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, piştî ku karûbarên wan li Miduriyeta Ewlekariya Stenbolê bi dawî bûn, veguhastin Edliyeya Stenbolê.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê, 11 kes hatin berdan û 5 kes jî bi daxwaza girtinê veguhastin Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê ji bo kesekî biryara kontrola edlî da û 4 kesên din jî hatin girtin.