ROJANE
Hemû Nûçe
-
7 partiyên Kurd ên Rojhilat bang li NY'ê kirin
Navenda Diyalog û Hevkariyê ya di navbera Partiyan de, di nameyeke vekirî de bang li NY'ê û saziyên navneteweyî kir û got: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe ya dîrokî hilgire ser milê xwe û rê li ber vê 'rejîma kujer' bigire. -
DEM Partî: Divê êdî gavên şênber û jêneveger bên avêtin
Meclîsa DEM Partiyê, di daxuyaniya encamnameya civîna 15’ê Çileyê de diyar kir ku pêvajoya aştiyê nabe bi peyamên neberbiçav re were sînordarkirin û got, “Hewcedariya aştiyê êdî ne bi gotinan, divê bi gavên şênber û jêneveger werin bicih anîn.” -
Hikumeta Elman ji bo maseya muzakereyê ya li Sûriyeyê bang kir
Hikumeta Elman bersiv da pêşnûme pirsa Cansû Ozdemîr a ji Die Linke ya li ser êrişên li hemberî Kurdên li Helebê û "fikara" xwe anî ziman. Di bersivê de ji bo vegera li maseya muzakereyê bang hate kirin. -
AGÎF’ê bang li hikûmeta Elmanyayê kir: Hatina Colaniyê kujer betal bike!
Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF) bi tundî nerazîbûnên xwe nîşanî seredana Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê ya ji bo Berlînê da û bang li dewleta Elmanyayê kir ku vê seredanê betal bike. -
Lemkow: Berdana Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê gava destpêkê ye
Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow got, berdana Rêber Apo ji bo pêvajoya aştiyê ya gengaz a li Tirkiyeyê gava destpêkê ye. -
ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stewrê çalakî: Rojava xeta me ya sor e
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li gundewarê Ewîna yê navçeya Stewr a Mêrdînê bi meşekê hatin protestokirin. -
Dewleta Tirk tekparêzî parast û piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ’ê dubare kir
Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk ku tevlî êrîşên li dijî Kurdan a li Helebê bibû, piştgiriya xwe ya ji bo koalisyona El Qaîde/DAÎŞ a HTŞ’ê dubare kir. -
Dîmenê xisara li Dêr Hafirê
Çeteyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin, li Dêr Hafirê êrişê dibin ser malên sivîlan. Dîmenên ji qadê tên, asta xisara mezin radixe pêş çavan. -
Li Edene û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin ku 2 ji wan zarok bûn
Li Mersîn û Edeneyê, bi hinceta ku êrişên çeteyên Şamê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirine 10 kes hatin binçavkirin, ku 2 ji wan zarok bûn. -
'Bi polîtîkaya yek ol, yek nasname êriş li gelên Sûriyeyê tê kirin'
Aktîvîst Kader Ûzûn bal kişand ser polîtîkayên komkujiyê yên HTŞ'ê yên li hemberî Elewî, Kurd û Durziyan û got, "Feraseta yek ziman, yek ol, yek artêş û yek nasname mejiyekî faşîzan e. Ev mejî dixwaze hem Kurdan hem jî Elewiyan tine bike." -
Girtiya nexweş Besra Erol bi hinceta cezayê dîsîplînê dernexistin pêşiya desteyê
Girtiya nexweş Besra Erol ku berdana wê cara duyemîn hate taloqkirin, bi hinceta cezayê dîsîplînê ew dernexistin pêşberî desteyê. -
ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek bajaran ji bo Rojava meşiyan: Em ê bêdeng nemînin
Bi hezaran kes li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin û bal kişandin ser piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyan. -
Rojnamevan Nedîm Orûç hat binçavkirin
Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan êrişî çalakiya ciwanan kir û nûçegîhanê Ajansa Welat bi êşkenceyê hat binçavkirin. -
Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî
Ji bo piştgiriya serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, wê 17’ê Çileyê li Oslo, Stockholm, Helsînkî, Munîh, Bruksel, Koln, Rotterdam, London û çend bajarên din ên Ewropayê rêzeçalakî bên lidarxistin. -
Kedkaran li gelek bajaran dest ji kar berdan
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li hemberî zema li mûçeyê karmendan hate kirin ku li gorî daneyên enflasyonê yên TUIK'ê hate amadekirin, li tevahiya Tirkiyeyê rojekê dest ji kar berda. -
Li Kanadayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên komên ser bi hikumeta Tirk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li Kanadayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Senatorê DYE'yî: Divê hesabê sûcên li Helebê bê pirsîn
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYE'yê Jim Risch nerazîbûn nîşanî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê da û got, "Yên ku ev kiryarên qirêj kirin divê teqez hesab bidin." -
Mele Şevket Çakir: Tirkiye ji bo tinekirina nasnameya Kurd Sûriyeyê dixe nava êgir
Mele Şevket Çakir anî ziman ku berpirsyarê esasî yê êrişên li Helebê Tirkiye ye û got, armanca operasyona li ser taxên Kurdan ên li Helebê tinekirina destketiyên Kurdan e. -
ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êrîşên li ser Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin
Êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ên bi piştgiriya dewleta Tirkiyê ku birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li gelek bajaran bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin protestokirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Êrîşa li Helebê êrîşa li dijî pêvajoyê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku êrîşa li dijî Kurdan a li Helebê, êrîşa li dijî pêvajoya demokrasî û aştiyê ye. -
Dayikên Aştiyê li Enqereyê ne: Bila êriş bisekinin, Hakan Fîdan îstifa bike
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Tirkiye piştgiriyê dide êrişên li ser taxên Kurdan û Suryaniyan ên li Helebê û bi banga rawestandina şer hatin Enqereyê. -
Ozsoy: Şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Kurdan rewş û qonaxeke nû ye
Hişyar Ozsoy anî ziman ku şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo lawazkirina destê Kurdan di hevdîtinên QSD-Şamê de ye û DYE bi vî rengî dixwaze li Sûriyeyê zextê li Kurdan bike û bi vî rengî entegreyî rejîma nû bike.