Li Edene û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin ku 2 ji wan zarok bûn

Li Mersîn û Edeneyê, bi hinceta ku êrişên çeteyên Şamê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirine 10 kes hatin binçavkirin, ku 2 ji wan zarok bûn.

Ji bo şermezarkirina êrişên komên çete yên ser bi HTŞ û dewleta Tirk ve li kolana Şehîtlîk a taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi sedan kes meşiyan.

Piştî meşê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Devran Şîmşek û Serhat Tatli, Delal Bûlût û 3 kesên navê wan nehate hînbûn ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan 6 kesên bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

Polîsan sibeh Pêncşemê avêtin ser malên li gelek taxan û gelek kes binçav kirin. Lê belê hejmar û navê binçavkiriyan nehate hînbûn.

Li navçeya Akdenîz a Mersînê jî şeva Çarşemê zarokên bi navê U.S. û S.A. her wiha Sedat Baydar û Kemal Delen hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehate hînbûn.