Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî

Ji bo piştgiriya serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, wê 17’ê Çileyê li Oslo, Stockholm, Helsînkî, Munîh, Bruksel, Koln, Rotterdam, London û çend bajarên din ên Ewropayê rêzeçalakî bên lidarxistin.

Piştî tepeserkirina berfireh a xwepêşandanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û li seranserê Îranê, rejîma Komara Îslamî careke din ji bo bêdengkirina dengê gelê ku daxwaza edaletê dike, serî li tundiyê dide. Rasterast xwepêşanderan gulebaran dike, çalakvanan digire û înternetê li seranserî welêt qut dike. Van tepeseriyan, raya giştî û hêzên azadîxwaz ên li hundir û derveyî welat gelek hêrs kiriye.

Di vê mijarê de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi armanca piştgiriya serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê wê rêzeçalakiyên protestoyî li bajarên cuda yên Ewropayê lidar bixin.

Li gorî organîzatoran, ev rêzeçalakiyên protestoyê wê di 17’ê Çileya 2026’an de li van bajaran werin lidarxistin: Oslo, Stockholm, Helsînkî, Munîh, Bruksel, Koln, Rotterdam, London û çend bajarên din.

Tê payîn ku hemû çalakvanên azadîxwaz, parêzvanên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan tevlî van çalakiyan bibin.