ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êşkenceya sîstematîk didome: Koç ê ku ji nexweşxaneyê derxistin girtin!
Diyar Koç ku li Nisêbînê êşkence lê hatibû kirin, bi zexta polîsan ji nexweşxaneyê hat derxistin. Polîsan derbarê daxistina alê de pirs jê nekirin, tenê pirsa “Ma te ala YPG’ê daliqand?” jê pirsîn. Koç ne dikare bimeşe û ne jî pêdiviyên xwe bi cih bîne. -
Garrigos: Kurd careke din rastî xiyanetê tên, em rê nedin vê yekê!
Siyasetmedara Fransî Geneviève Garrigos bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrîşên li ser Rojava wekî xiyanetek eşkere ya li hember Kurdan bi nav kir û got “Ji bo hûn têkevin tevgerê ma divê li Parîsê komkujiyek nû ya cîhadîst çêbibe? Hûn li benda çi n -
ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Rojava li ser piyan in
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga rawestandina êrîşan û mezinkirina piştevaniyê bi Rojava re hate kirin. -
Rêber Apo: Wê li Sûriyeyê hêza parastina Kurd hebe
Rêber Apo diyar kir ku li Rojava wê hêzên asayîşê hebin û divê her du hêz li Sûriyeyê li hev bên. Rêber Apo got ger şert û mercên demokratîk pêk neyên dibe ku Ehmed El-Şara jî sibê veguhere dîktatorekî. -
Girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re hate weşandin
Meclisê, girtekên hevdîtina sê parlamenteran û Rêber Apo weşand. -
Heyeta Rojavayê Kurdistanê vegeriya
Heyeta ku ji serokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk pêk dihat, serdana xwe ya ji bo Rojava ku di bin êrişên DAIŞ-HTŞ’ê de ye bi dawî kir û vegeriya. -
Li Norşînê êrîşa polîsan û binçavkirin nekarîn meşê birawestînin
Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê polîsan êrîşî meşa li dijî êrîşên li ser Rojavayê kir û 8 kes hatin binçavkirin. Meş tevî binçavkirin û astengiyan jî dewam kir. -
'Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG'ê şer bikin'
Hat îdiakirin ku li gelek gundên Şirnexê qereqolên cendirmeyan li gelek cerdevan û ciwanan geriyan û teklîf jê re kirin ku bi bedela pereyan biçin Rojava û li dijî Kurdan şer bikin. -
Li Ewropayê zêdetirî 70 rêxistin ji bo ‘Rojava’ bang kirin
Li Ewropayê zêdetirî 70 rêxistin û saziyan êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz hat kirin ku li kêleka Rojava bisekinin, hevgirtina navneteweyî xurt bikin û dengê xwe li dijî van êrîşan bilind bikin. -
Nivîskarê xelatgir Kelman: Cîhan divê rastiyê bibîne, piştgiriyê bide Rojava
Yek ji endamên damezrîner ê Academy of Social Science, xwediyê Xelata Booker û gelek xelatên wêjeyê nivîskar James Kelman ji bo Rojava peyameke piştevaniyê weşand. -
Waliyê Silêmaniyeyê Ebubekir: Ji bo aştiyê ‘berxwedan’ şert e
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebubekir diyar kir ku yekbûna gelê Kurd û Kurdistanê li dora Rojava yekpare bûye û got: “Ji bo aştiyê berxwedan şert e.” -
Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye
Senarîst Onder Çakar ê ku li Komuna Fîlman a Rojava perwerdehiyê dide diyar kir ku tevî ku êrîşên HTŞ'ê berdewam bikin jî Rojava, bi taybetî jî Kobanê di bin dorpêçê de ye û sivîl di bin xetereyek cidî de ye. -
Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin
Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku bi piştgiriya dewleta Tirk ve çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê, li gorî hiqûqa navneteweyî li dijî Kurdan sûcê herî giran a sedsala modern dikin û got: “Divê ji hevkarîya sûcê derkevin û ji bo parastina Rojava tevbigerin.” -
Gergerlîoglu: Hin derdorên Îslamî li dijî destketiyên Kurdan derdikevin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku piştî êrîşên li ser Rojava, hin derdorên Îslamî yên li Tirkiyeyê hatine asta ku HTŞ û DAÎŞ’ê biparêzin û got, "Hestên li dijî Kurdan bûne nexweşiyeke kûr." -
‘Li dora berxwedana Kurdan piştgiriya gelan xwedî girîngiyek jiyanî ye’
Nivîskar Nîdal Hawarî, êrîşên li ser Rojava got, “ne münferît in, parçeyek ji stratejiyeke gerdûnî ne” û wiha dewam kir: “Gotinên demokrasî û mafên mirovan ên rojava tenê xemilandina vitrînê ne. Mîsogeriya rast a Kurdan tenê berxwedana wan e.” -
Jinan: Rojava navê azadiya jinan e û tu carî ne bê xwedî ye
Jinan bertek nîşanî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne û ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, dan û peyama "Rojava navê azadî û wekheviya jinan e û tu carî ne bê xwedî ye“ dan. -
ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li 3 navçeyên Stenbolê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin
DEM Partiyê li navçeyên Stenbolê; li Baxcilar, Pendik û Kagithaneyê êrişên HTŞ, DAÎŞ û komên paramîlîter ên ku Tirkên dagirker piştgiriya wan dike yên li ser Rojava protesto kirin. -
Xelkê Kobanê li ber sînorê Bakurê Kurdistanê kom bû
Xelkê Kobanê ji bo pêşwazîkirina xelkê Bakurê Kurdistanê ku ji Pirsûsê tên, li ber deriyê sînor kom bû. -
Berxwedana deh hezaran li sînorê Kobanê berdewam dike!
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, bi deh hezaran kes xwestin ber bi Kobanê re bimeşin ku di bin dorpêçê de ye. Ji ber êrîşa polîsan a li ser girseyê berxwedan û pevçûn çêbûn û hîn jî dewam dikin. Polîsan herî kêm 5 kes binçavkirin. -
Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Tom Barrack civiyan
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Têkiliyên Karê Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Nûnerê Taybet yê Donald Trump yê Sûriye Tom Barrack li Hewlêrê civiyan. -
Girtiyên Apoyî banga ‘serhildanê’ kirin
Girtiyên Apoyî têkildarî êrîşên li ser Rojava, daxuyanî dan û ev bang kirin: “Her kes li her derê divê tevlî serhildanan bibe, her kes taxa xwe bi rêxistin bike û rabe serhildanê.” -
Ji bajarê Çêliyabînskê ya Rûsyayê piştgiriya ji bo Rojava
Li bajarê Çêliyabînskê ya qada Ûralê ya Rûsyayê, li dijî komploya navnetewî ya li dijî gelê Kurd û êrîşên li ser gelên Rojava daxuyanî hat dayin. -
Ji rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran çalakiya ji bo Rojava
Li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava, li gelek bajaran rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê daxuyanî dan çapemeniyê.