BI DÎMEN

Waliyê Silêmaniyeyê Ebubekir: Ji bo aştiyê ‘berxwedan’ şert e

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebubekir diyar kir ku yekbûna gelê Kurd û Kurdistanê li dora Rojava yekpare bûye û got: “Ji bo aştiyê berxwedan şert e.”

Heval Ebubekir ku ji bo çend hevdîtinên dîplomatîk li Londonê ye, li ser êrîşên li ser Rojava ji ANF’ê re axivî û wiha got: Li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li Suleymaniyê saziyên dewletê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gel li dora Rojava yekbûne.

Ebubekir got ku Rojava mîsogeriya aramî û aştiya herêmî ye û wiha dewam kir:

“Li Suleymaniyê di her astê de; saziyên dewletê, partiyên siyasî, rêxistin, hêzên bijarte û gel bi hemû rengên xwe piştgiriya tam ji xwîşk û birayên xwe yên Rojava re dikin û vê ezmûna siyasî ya nû ya ku em hêviyên mezin pê ve girê didin dikin. Em biryardar in ku modela nû were avakirin, aramiya herêmî were peydakirin û ev were parastin. Ev piştgirî ne tenê îro, di rabirdûyê de jî hebû, îro didome û bi hêviyeke xurt ber bi pêşerojê ve tê veguheztin.”

Ebubekir got ku îro ji bo Kurdistanê li ser asta cîhanê sembola yekîtiya neteweyî û kolektîf e û wiha axivî:

“Kurdên li seranserê cîhanê, tevî cudahiyên navxweyî û dîroka perçekirî ya xwe, li gorî îradeya siyasî ya hevpar, bername, plansaziya stratejîk û armancan yekbûne; li hemberî Rojava helwesteke yekane û zelal nîşan dane.

Ji ber vê yekê ez îro wekî ‘Roja Yekîtiya Netewî û Kolektîf a Kurdên Cîhanê’ îlan dikim.”

Walî Ebubekir diyar kir ku ev yekbûna îro xala zivirînê ya pêvajoya kordînasyon, lihevhatin û yekîtiya siyasî ya Kurdên li seranserê cîhanê ye.

Ebubekir bal kişand ser daxwaza gelê Kurd a jiyana bi aştiyê re bi hemû gel û olên herêmê re û wiha got:

“Lê ev aşti ne teslimiyet e, li ser bingeha berxwedana rewa ye. Aştî bi berxwedanê tê pêkanîn. Ev berxwedan xizmetê ji armancên me yên aramî, ewlekarî, lihevkirina aborî û pêşxistina civakî ya domdar dike.”

Ebubekir got ku em di pêvajoyeke zehmet û tevlihev re derbas dibin, lê ev pêvajo hêviyên mezin digire û wiha dewam kir:

“Ev qonax dê deriyê guherîneke kûr veke ku rastiyeke siyasî ya nû biafirîne.”

Di dawiyê de Walî Ebubekir wiha got:

“Gelê Kurd, wekî her carê, ne çavkaniya pirsgirêkên herêmê bin, wê bibin çavkaniya çareseriyê.”