Xelkê Kobanê li ber sînorê Bakurê Kurdistanê kom bû
Xelkê Kobanê ji bo pêşwazîkirina xelkê Bakurê Kurdistanê ku ji Pirsûsê tên, li ber deriyê sînor kom bû.
Xelkê Kobanê ji bo pêşwazîkirina xelkê Bakurê Kurdistanê ku ji Pirsûsê tên, li ber deriyê sînor kom bû.
Şêniyên bajarê Kobanê berê xwe da deriyê sînor ku girseya xelkê navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê pêşwazî bikin. Şêniyên Pirsûsê ji bo piştevaniya berxwedana gelê Kobanê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî berê xwe da sînor.
Tevî barîna berfê û sermayê şênî bi biryar in ku çalakiya xwe ya li ser sînor dewam bikin.
Gelê navçeya Pirsûsê li hember êrîşên dubare yên polîsên Tirkiyeyê disekine û dibêje ew ê piştevaniya xwe ji berxwedana Kurdên Rojavayê Kurdistanê bidomînin.