ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Antalya û Hatayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Antalya û Hatayê daxuyanî dan. -
Serokkomarê nû yê Iraqê îro jî nekarî bê hilbijartin
Biryar hatibû dayin ku Serokkomarê Iraqê îro bê hilbijartin; lê belê ji ber ku YNK û PDK'ê li hev nekirin rûniştina Parlamenta Iraqê hate taloqkirin. -
Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir ku di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ'ê de şehîd bûn. -
Kamile Kandal: Bêyî ku deriyên sînor vebin krîza mirovî nayê derbaskirin
Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamîle Kandal got ku girtina deriyên sînor, bi taybetî Mûrşîtpınar, krîza mirovî girantir dike; divê dorpêça li Kobanê û Hesekê were rakirin û alîkariyên mirovî zû bên vekirin. -
Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin
Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandin. -
Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
Seroka Komeleya Zarokan a Jiyana Narin Canan Demir, got ku tiştên li Kobanê diqewimin li dijî exlaqê şer û hiqûqa navnetewî ne û zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin û jin û sivîl bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin. -
‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’
Heval Bozdag ê ji DEM Partiyê, li ser ambargoya li ser Kobanê ji Tirkiyê daxwaz kir ku deriyê sînorê Mûrşîtpinar vebe û korîdora tenduristî û jiyanê vebe û got: “Ger wisa nebe, mirinên ku li wir bên jiyîn, rasterast Tirkiye berpirsiyar e.” -
ROJEVA 1’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin
Di çalakiyên bajarên cuda de, êrîşên li dijî Rojava û dorpêçkirina Kobanê hat şermezarkirin û ev bang hate kirin, "Derî vekin, bila alîkarî bigihin Kobanê." -
Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e
Mithat Sancarê ji Partiya DEMê diyar kir ku di pêkanîna lihevkirina "krîtîk" a navbera QSD û Şamê de, Rêber Apo li ser bingeha diyalog û muzakereyê roleke girîng lîstiye. -
Êrîşên li ser Rojava li Ermenîstanê hatin protestokirin
Li herêma Ermenîstan Almavirê êrîşên çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser Rojava bi daxuyaniyekê hat protestokirin. -
Girtiyên siyasî yên li Îranê: Divê bi piştevaniyeke rast piştgirî bê dayîna Rojava
Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî, Zeynep Celaliyan û Mutelib Ehmedyan bi peyamekê piştgirî dan bexwedana Rojavayê Kurdistanê. -
Divê Tanboga, Yanik û Goktaî tavilê werin berdan!
Mafparêzan têkildarî girtiyên nexweş Îsmaîl Tanboga, Enver Yanik û Salîh Goktaî daxuyaniyek dan. -
Ozgur Ozel: Divê pêvajoya ‘aşitiya navxweyî’ ya li Tirkiyeyê were lezandin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêkvejiyana hemû nasnameyên li Sûriyeyê ya di bin misogeriya qanûna bingehîn de û got: ‘’Divê ev pêvajo li pêşiya aşitiya navxweyî ya li Tirkiyeyê nebe astengî berovajî wê bilezîne.’’ -
Xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidar xistin
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe ya heftane dewam kirin û daxwaza ronîkirina aqûbeta kesên winda kirin. -
Navê Kurdên ji aliyê Îranê ve hatine qetilkirin, eşkere bûn
Nasnameya 54 girtî û 17 Kurdên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine qetilkirin, eşkere bûn. -
Ji bo Taniş û Denîz banga edaletê
Dayikên Şemiyê ji bo Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin, edalet xwestin. -
Ji bo Rojava kampanya alîkariya lezgîn hat destpêkirin
Navenda Civaka Kurd a Kanadayê, ji bo Rojava Kampanya alîkariya lezgîn da destpêkirin. -
Karamûs: Divê destkeftiyên Rojava bên parastin
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku metirsiya li ser Rojava hîna dewam dike û got, divê çalakiyên ji bo parastina destkeftiyên Rojava dewam bikin. -
Li Kanadayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li bajarên Toronto û Vancouver ên Kanadayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. -
Şîlan Emînoglu: Li Rojava jin pêşeng in, berxwedan gerdûnî ye
Şîlan Emînoglu diyar kir ku şoreşa Rojava bûye têkoşîneke demokratîk û azadîxwaz ku jin pêşengiya wê dikin û li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê hem destkeftiyên xwe hem jî rûmeta gel parastiye. -
‘Rojava ne tenê xeta parastinê ye, ew avakirina azadiya jinê ye’
Endama Lijneya Rêvebir a Komeleya Jinên Rosa Suzan Îşbîlen bal kişand ser vê yekê ku Rojava ne tenê xeta parastinê ye, avakirina şaristaniyeke nû ya ku bi azadiya jinê hatiye hunandin e. -
Meral Danış Beştaş: Peyman wê bandoreke erênî li ser pêvajoya li Tirkiyê bike!
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li ser peymana di navbera QSD û Şamê de nirxandin kir û got: "Ev destpêkek e. Çarçoveya yekem a li ser masê hatî pêşkêşkirin, dê bi îradeya hevpar a gelên Sûriyê pêş ve biçe û temam bibe." -
Binpêkirinên sîstematîk berdewam dikin: Îşkence, zextê sîxûrtiyê û çêkirina delîlên bi zorê!
Cemîl Karakoyun: "Binpêkirina qada qedexe ya leşkerî dikare bê nîqaşkirin, lê belê sûcdariyên endamtiya rêxistinê û propagandayê, tu bingeheke van a hiqûqî tune ye. -
Dayika ku li Kobanê kurê xwe winda kir: Em ê destûrê nedin ku hêviya me ji holê rakin!
Rahime Çelik a ku kurê wê di Tîrmeha 2014'an de di şerên li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, got: "Ew ji me re bûn hêvî. Em jî wê hêviyê biparêzin û bidomînin. Wê çavên zarokên me li gorê vekirî nemînin."