BI DÎMEN

Li Kanadayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Li bajarên Toronto û Vancouver ên Kanadayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Toronto û Vancouver ên Kanadayê ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava pêk tînin, daketin qadan.


Gel li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê hate ba hev û ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştre bi berzkirina dirûşman û sirûdan li cadeya 111 Wellesley St W, Toronto meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Li Vancouver jî bi rengekî hemwext çalakî hate lidarxistin û êrîşên li ser Rojava, dorpêça li ser Kobanê, ambargo û komkujiyên li Helebê hatin protestokirin. Gelek jin û ciwan tevlî çalakiyên bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” derketin pêş. Kanadayî jî beşdarî çalakiyê bûn. Bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku berpirsyarî bigire.

Çalakvanan destnîşan kir ku hingî ku komkujî û dorpêça li Rojava bidome, protesto jî wê bênavber bidomin û banga mezinkirina çalakiyan kirin.

Herî dawî ji bo çalakiya ku wê roja yekşemê li Torontoyê were kirin, banga tevlîbûnê hate kirin.