ROJEVA 1’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.

- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.

- Di çarçoveya 1'ê Sibatê “Roja Piştgiriya Rojava ya Cihanê” de li hemû navendên sereke çalakî dê bên lidarxistin û bên şopandin.

- Heval Bozdag ê ji DEM Partiyê, li ser ambargoya li ser Kobanê got ku divê ji Tirkiyê deriyê sînorê Mûrşîdpinarê wekî korîdora tenduristî û jiyanê vebibe û got, “Wekî din, mirinên ku li wir çêbibin, rasterast wê Tirkiyê berpirsiyar be”.

- Seroka Komeleya Zarokan a Jiyana Narîn Canan Demir, rewşa li Kobanê li dijî exlaqê şer û hiqûqa navnetewî binav kir û bal kişand ser zarokên ku di sermayê de mirine, jin û sivîl jî bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin.

- Şervanê YPG’ê Baran, ji eniyên Kobanê peyamek da û bang li mezinkirina hesasiyeta civakî û ji bo berxwedanê seferberbûnê kir.

- Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandin.

- Di êrîşên li ser gelê Kurd li Rojava de, êrîş bi navê Îslamê tên rewakirin, lê cîhana baweriya Kurd jî li hemberî vê hovîtiyê rawestgeheke dîrokî, exlaqî û bawerî pêş dixe.

- Hevseroka GOÇÎZDER Kamile Kandal, anî ziman ku venekirina deriyên sînorê wekî Mûrşîdpinarê krîza mirovî girantir dike û got, divê dorpêça li ser Kobanê û Hesekê bê rakirin û alîkariyên mirovî zû bên vekirin.

- Hunermendê Alman TrueLu, strana xwe ya bi navê “Bijî Rojava” ji bo Şoreşa Rojava û Peoples’ Caravan (Karavana Gelan) ê ku li bajarên cuda yên Ewropayê destpê kiriye û plan dike ku biçe sînorê Kobanê, veqetand û bang li piştgiriya enternasyonal kir.