Ji bo Rojava kampanya alîkariya lezgîn hat destpêkirin

Navenda Civaka Kurd a Kanadayê, ji bo Rojava Kampanya alîkariya lezgîn da destpêkirin.

Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ji ber dorpêça li ser Rojava kampanyayeke alîkariya lezgîn da destpêkirin.

Navendê, diyar kir ku kampanya rastî eleqeyek mezin a gel hatiye û hat gotin ku alîkarî dê bi rêya Hevya Sor ji Rojava re werin şandin.

Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Kanadayê, dan xuyakirin ku li herêmê krîzeke cidî heye, bi taybetî di warê xwarin, derman, şîr û potikên pitikan û paqijiyê de.

Rayedaran diyar kirin ku kampanya rastî eleqeyeke mezin a gel hatiye û hat gotin ku ji hêla jin û ciwanan ve tê birêvebirin.

Navendê, ragihand ku çalakiyên hevgirtinê dê ne tenê bi Torontoyê ve sînordar bin, dê li Vancouver, Montreal û bajarên din jî bên destpêkirin.