ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Ermenîstanê şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn
Li peytexta Ermenîstanê Êrîvanê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîr anîn û êrîşên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê hatin şermezarkirin. -
KCK: Li Helebê bi awayekî eşkere sûcên şer tên kirin
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên koordînekirin bi awayekî eşkere li Helebê sûcên şer pêk tînin û di serî de bang li Kurdan NY û YE’yê kir ku xwedî li berxwedana mirovahiyê derkevin. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo taxên Helebê banga alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar ên li gelek welatên Ewropayê û her wiha li Amerîkayê, ji bo Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi Kampanya Alîkariya Lezgîn dike.” -
Li Şêxmeqsûdê berxwedan didome
Hat diyarkirin ku îdîaya dibêje çeteyan taxa Şêqmeqsûd bi dest xistiye ne rast e û berxwedanek mezin heye. -
Ji ber gotina ‘Kurdistanê’ ceza li endama DEM Partiyê hate birîn
Bi hinceta axaftineke siyasetmedara DEM Partiyî Gonca Yangoz ya di çalakiyeke protestokirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê de cezayê hepsê lê hatiye birîn. -
Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin
Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdên li Helebê îradeya siyasî û civakî ya Kurdên li Sûriyeyê hedef tê girtin û anî ziman ku HTŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê û bazariyên ku bi DYE û Îsraîlê re têne kirin pevçûn kûrtir kir. -
ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan
Rêxistinên ciwanan, êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û çeteyên ser bi dewleta Tirk ên li Helebê yên li ser taxên Kurdan, li ber Xwaringeha Esnaf a Zanîngeha Stenbolê (ÎÜ) protesto kirin. Di dema çalakiyê de hem provokasyona faşîst hem jî êrîşa polîsan pêk -
Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye
Malpera înternetê ya Yenî Ozgur Polîtîka ji aliyê şîrketa ji DYE’yê NameBright ve hate astengkirin. Rojname bi navê qadeke nû ya weşanê wê dewam bike. -
Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye
Komîteya Dîplomasiyê ya Partiyên Siyasî yên Kurd, Rêxistinên Civaka Sivîl û rêxistinên endamên KNK’ê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên li ser gelê Kurd ê li Helebê, şermezar kir û bang li NY, DYE, YE û Komkara Ereban kir ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. -
'Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!'
Parlamenter Ayten Kordû diyar kir ku komkujiya ku 13 salan beriya niha li Parîsê pêk hatiye, rûdana navneteweyî ya tundiya dewlata mêr e û got: ‘’Em jin, heya ku berpirsên rastîn ên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’ -
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê daxwaza hevdîtina bi Erdogan re bike
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyê dike ku ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirk ê AKP'yî Tayyîp Erdogan re serlêdanê bike. -
'Gotina aştiyê divê bi pratîka li qadê bê nirxandin'
Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû anî ziman ku êrişên li Helebê li dijî Kurdan têne kirin bandorê li nîqaşên asayîbûn û çareseriyê yên li Tirkiyeyê dike û got, aştiya mayinde tenê bi siyaseteke diyalogê û hevgirtî dibe. -
ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Edeneyê axivî û polîtîkayên aborî, demokrasî û Sûriyê yên Tirkiyeyê rexne kir. Bakirhan got: "Tirkiye divê bandora xwe li Sûriyê ne ji bo şer, ji bo aştiyê bikar bîne." -
Li Stenbolê banga ‘piştevaniya bi Rojava re mezin bikin’ hate kirin
Endamên Platforma Saziyên Demokratîk êrîşên komên çete yên li ser Helebê, li Qada Şîşhane ya Stenbolê bi daxuyaniyekî çapemeniyê protesto kirin. Piştî daxuyaniyê herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. -
Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da
Parlamenterên DEM Partiyê êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Lijneya Giştî ya Meclisê şermezar kirin û bang li hemû partiyên siyasî kirin ku li dijî sûcê mirovahiyê xwedî helwest bin. -
YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) li hemberî êrîşên li ser Kurdên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bes banga ‘’aramiyê’’ kir. -
Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê
Koma DEM Partiyê ya Meclîsê têkildarî êrişên li Helebê daxuyaniyek da û ragihand ku êriş li ser xelkê sivîl e, her wiha xwedî rîska qirkirinê ye. -
Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin
Êrîşên li Helebê yên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a dewleta Tirk piştgiriyê wan dike, li gelek bajaran hatin protestokirin. -
Dewleta Tirk amade ye ku li dijî Kurdan piştgiriyê bide Şamê!
Dewleta Tirk diyar kir ku eger Şam bixwaze wê piştgiriyê bide êrişa li dijî Kurdên li Helebê. -
FEDA û DAKB’ê ji bo meşa ‘heqîqet û edaletê’ ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), ji bo meşa 10’ê Çileyê ya li Parîsê ya di salvegera qetilkirina sê şoreşgerên jin de banga tevlîbûnê kirin. -
KNK'ê ji bo meşa 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir
KNK'ê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û ji bo meş û mîtînga 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir. -
PÎK: Parastina Rojava erkekî neteweyî ye
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kir û xwedîderketina li Rojava weke erkekî neteweyî pênase kir. -
Temellî: Li Sûriyeyê divê hurmet ji mafên muzakereyê yên aliyan re bê nîşandan
Sezaî Temellî bersiv da daxuyaniyên dawî yên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên li ser Sûriye û meseleya Kurd û gotinên bi naveroka şer ên Bahçelî rexne kir. Temellî got, çareserî bi muzakere û diyalogê dibe, ne bi rêbazên leşkerî.