BI DÎMEN

Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

Rêxistinên ciwanan, êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û çeteyên ser bi dewleta Tirk ên li Helebê yên li ser taxên Kurdan, li ber Xwaringeha Esnaf a Zanîngeha Stenbolê (ÎÜ) protesto kirin. Di dema çalakiyê de hem provokasyona faşîst hem jî êrîşa polîsan pêk

Rêxistinên ciwanan ji bo xwedîderketina li Rojava û şermezarkirina êrîşên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, li ber Xwaringeha Esnaf a Zanîngeha Stenbolê (ÎÜ) daxuyanî dan. Di dema çalakiyê de ciwan rastî provokasyona faşîst û êrîşa polîsan hatin.

Beriya çalakiyê, polîsan derdora zanîngehê girtin û xwestin rê li ber ciwanên ku dixwestin ji ber xwarinxaneyê ber bi Qada Beyazitê ve bimeşin, bigirin.

Li ser vê astengkirina keyfî, rêxistinên ciwanan daxuyaniya xwe li ber xwarinxaneyê da. Di vê navberê de kesekî ku nîşaneya "gurê boz" kir, provokasyon derxist. Polîsan êrîşî ciwanên ku bertek nîşanî vê provokasyonê dan, kir.

Polîsan bi hinceta ku "bêtêlek winda bûye" zext li ciwanan kir û nûçegihanên çapemeniyê bi zorê ji qadê dûrxistin.

Dema ku endamên rêxistinên ciwanan bi êşkenceyê dihatin binçavkirin, komeke faşîst a ku hate fêmkirin ne xwendekar in, nêzî xwarinxaneyê bûn, dirûşmên nijadperest berz kirin û ciwan bi satûran tehdît kirin.

Polîsan bêyî ku mudaxileyî koma faşîst bike ew ji qadê dûrxistin, lê gelek endamên rêxistinên ciwanan hatin binçavkirin.