FEDA û DAKB’ê ji bo meşa ‘heqîqet û edaletê’ ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), ji bo meşa 10’ê Çileyê ya li Parîsê ya di salvegera qetilkirina sê şoreşgerên jin de banga tevlîbûnê kirin.

FEDA û DAKB’ê, bi daxuyaniyek ragihand ku di salvegera 13’emîn a qetilkirina jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê pêk hatibû, li Parîsê meşek dê were lidar xistin.

FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe de gotin, “Meşa bi pêşengiya TJKF’ê bi dirûşmeya ‘Heqîqet û Edalet’ dê di 10’ê Çileya 2026’an de li Parîsê were lidar xistin. Di meşê de komkujiya Parîsê, kuştinên siyasî yên bêceza mane û qirkirina jinan dê bikeve rojevê.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber hê Fransa dozê ronî nekiriye ew ê têkoşîna ji bo edaletê bidomînin û bang li her kesî kirin ku beşdarî meşê bibin.

Hat diyar kirin ku, meş dê roja Şemiyê 10’ê Çileya 2026’an saet di 10:00’an de li Gare du Nord dest pê bike.