ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
- Êrîşên komên çete yên di bin kontrola dewleta Tirk de ne û girêdayî hikumeta Sûriyê ya Demkî ne, yên li ser taxa Helebê û herêmên Rêveberiya Xweser roja 5’an de dê bên şopandin.
- Ji bo salvegera 9’ê Çile Komkujiya Parîsê, li paytexta Fransa Parîsê meşeke navendî ya girseyî ya bi navê “Ji bo Heqîqetê Dadwerî” dê bê lidarxistin û dê bên şopandin.
- Raperînên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava krîza aborî ya kûr de destpê kirine û bi daxwazên aborî, civakî û siyasî didomin di roja 14’an de, dê bên şopandin.
- Pisporê Îranê Prof. Abbas Valî got: “Îdareya Îranê niha di qonaxa herî qels a dîrokê de ye. Tundî tenê hêza mayî ya rejîmê ye. Piştgiriya gel herî zêde ji %10 e û vebijarkên wan pir kêm in. Divê muxalefet jî bibe avahiyeke demokratîk.”
- Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdên li Helebê îradeya siyasî û civakî ya Kurdên li Sûriyeyê hedef tê girtin û anî ziman ku HTŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê û bazariyên ku bi DYE û Îsraîlê re têne kirin pevçûn kûrtir kir.
- Gerîlaya enternasyonalîst Avaşîn Qamişlo ku ji sekna şehîd Sara (Sakîne Cansiz) bandor bûye û tevlî refên gerîla bûye, diyar kir ku ew sembola azadiyê ye û got, “Ji kesayeta weke hevala Sara fêrbûn û mîna wê têkoşîn kirin firsendeke gelek mezine ku em xwe ji nû ve ava bikin û azadiyê rast nas bikin.
- Ji siyasetmedara DEM Partiyê Gonca Yangoz re, ji ber axaftina xwe ya çalakiyeke protestoyê ya li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê, cezaya girtîgehê hatiye birîn.
- Pispor Prof. Sokrates Noufal diyar kir ku hikumeta demkî ya Şamê rasterast berdewamiya siyaseta Sûriyê ya Tirkiyê ye û got çareseriya rastîn dê bi naskirina mafên gelên Sûriyê pêk were.
- Di nava bêdengiya spî de Qendîl a berxwedêr xemla spî ya li serê çiyayên Qendîlê û qeşa li geliyan, heybeta bêhempa ya xwezayê vediguherîne keleheke îradeyê.
- Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û terorê, “berxwedana jin û gelên Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke rûmetê” nîşan da û silav kir û banga parastina Rojava û Rojhilatê kir.