Heyva Sor a Kurdistanê ji bo taxên Helebê banga alîkariyê kir

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar ên li gelek welatên Ewropayê û her wiha li Amerîkayê, ji bo Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi Kampanya Alîkariya Lezgîn dike.”

JI BO HELEBÊ KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo taxên Şêqmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga alîkariyê kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi rojane komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrî li dijî taxên Kurdan ên bajarê Helebê êrişên giran pêk tînin. Di van êrişan de bi sed hezaran Kurdên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rengekî hovane tên hedefgirtin. Ji roja pêşî ve, jin, zarok û mirovên bi temen jî di nav de bi dehan sivîl hatin kuştin. Bi sedan birîndar bûn. Her wekî din di van rojên zor û zehmet ên zivistanê de bi deh hezaran mirov jî ji cih û warên xwe bûn.

Êrişên bi tank, top û her cûre çekên giran pêk tên, yekser binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Di van kêliyan de mafê jiyanê û rûmeta bi sed hezaran Kurdên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin gefa kuştinê de ye. Komên cîhadîst ên êrîşî taxên Kurdan dikin, bê serûber saziyên xizmeta sivîl, nexweşxane û malên welatiyan didin ber top û bombeyan. Bi taybet ji ber êrişên li dijî Nexweşxaneya Xalid Fecir, bi dehan birîndar nayên dermankirin.

Ji ber van êrişan, pirsgirêkên derman, xwarin, av û elektirîkê di asta herî jor de ne.

Li hemberî vê rewşa kambax a mirovî Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar ên li gelek welatên Ewropayê û her wiha li Amerîkayê ji bo Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi Kampanya Alîkariya Lezgîn dike. Bi desteka gelê me yê li dîsaporayê, wê alîkariya ku di encama kampanyayê de were berhevkirin, bi awayekî lezgîn ji bo Kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê were şandin.

Di serî de Kurdên li dîsaporayê, her çi kesê xwedî wijdan banga me ji bo wan ew e ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Ji bîr nekin, her alîkariya ku were dayîn dibe ku îro canekî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rizgar bike. Wê her alîkariya were dayîn bibe sedem ku hêviya jiyanê bi deh hezaran zarokî zêdetir bibe.

Hefdefgirtina sivîlan sûcê şer e.

Nabe ku li hemberî vî sûcî mirovahî bêdeng bimîne.

Ji bo Kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dema alîkarî û xîretiyê ye.

HEYVA SOR A KURDISTANÊ

10.01.2026

JI BO ALÎKARIYÊ HESABÊN BANKEYAN

ELMANYA

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.


Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Paypal :
[email protected]

Paypal lînk: https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS

 

www.heyvasor.com

---------------------------------------------------------------------------------

Fransa

Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor
CIC TROYES HOTEL DE VILLE
IBAN: FR7630087335000002074770150
BIC/ SWIFT:  CMCIFRPP

 www.rojasorfrance.com

 

------------------------------------------------------------------------------------

Swîsre

Kurdistan Rote Halbmond Schweiz
(Croissant Rouge Kurdistan Suisse)

Alternative Bank Schweiz AG
IBAN: CH39 3012 3040 7234 1000 5
BIC: ABSOCH22XXX
 

www.heyvasor.ch

Îtalya

Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS
(Heyva Sor a Kurdistanê)

Banca Etica
IBAN: IT53 R050 1802 8000 0001 6990 236
BIC/ SWIFT: ETICIT22XXX
  
www.mezzalunarossakurdistan.org

-------------------------------------------------------------------------------------------------------

Holenda

Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)
IBAN: NL67BUNQ2060346371
BIC : BUNQNL2A

www.stichtingkrhm.nl

 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Mesopotamia Aid Foundation (Weqfa Alîkariya Mezopotamya)
Citizens Bank
Hesab: 297 920 88
Routing: 011 500 120
BIC/SWIFT: CTZIUS33XXX

 

 

Norveç

Kurdiske Røde Halvmåne Norge
(Heyva Sor a Kurdistanê)
VIPPS: 21957
DNB BANK ASA OSLO
IBAN: NO 15 1503 4052 953
BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX

Belçîka

SOLEIL ROUGE DE BELGIQUE (ROJA SOR A BELÇÎKA)

BNP PARIBAS FORTIS

IBAN: BE93 1431 3135 4067

BIC: GEBABEBBXXX