Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da

Parlamenterên DEM Partiyê êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Lijneya Giştî ya Meclisê şermezar kirin û bang li hemû partiyên siyasî kirin ku li dijî sûcê mirovahiyê xwedî helwest bin.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) li Lijneya Giştî ya Meclisê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. 

Parlamenteran dowîzên li ser, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrişan de ye, di muzakereyê de ye” dinivisî hilgirtin. Parlamenteran destê xwe li masayê xistin û bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan êrişan şermezar kirin. Parlameteran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berzkirin û gotin divê meclis li dijî êrîşan xwedî helwest be û li dijî van êrîşên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.