YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) li hemberî êrîşên li ser Kurdên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bes banga ‘’aramiyê’’ kir.

Li gorî nûçeya AFP’ê, Berdevkê Serwîsa Têkiliyên Derve yên YE’yê Anour El Anouni di daxuyaniya xwe roja Pêncşemê de diyar kiriye ku Yekîtiya Ewropayê bang li aliyên şer û pevçûnan kiriye ku nehêlin rageşî zêdetir bibin û ewlehiya gelê sivîl were dabînkirin. 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YE, girêdayî peymana 10’ê Adarê ya di navbera rayedarên Sûriyeyê û QSD’ê de ya têkildarî entegrasyona saziyên rêveberiya xweser a ji bo avaniya dewleta nû ya Sûriyeyê, piştgiriyê didin lêgerînên ‘’çareseriyeke aşitiyane û demokratîk.’’

Her wiha hate ragihandin ku tê payîn Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa roja Înê seredana Şamê bikin.