BI DÎMEN

Dîmenê xisara li Dêr Hafirê

Çeteyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin, li Dêr Hafirê êrişê dibin ser malên sivîlan. Dîmenên ji qadê tên, asta xisara mezin radixe pêş çavan.

Çeteyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin îro serê sibehê bombe li bajarokê Dêr Hafirê barandin û zerar dan malên gel.

Ji ber êrişan xisareke mezin li malên gelê herêmê bû.

ANHA'yê xwe gihand bajarokê di bin êrişê de ye û dîmenê xisara li herêmê kişand.

Çeteyên Emşat, Hemzat, Sûltan Mûrad û Nûreddîn Zengî yên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê bê navber êrişî bajarê Dêr Hafirê dikin.