BI DÎMEN

Polîsan êrîşî meşa li Amedê kirin, berxwedan li bajêr belav bû

Polîsên Tirk êrîşî meşa ku Platforma Saziyên Demokratîk dixwest li Amedê li dar xist, kirin. Piştî vê yekê, berxwedana gel li seranserê bajêr belav bû.

Ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û komên din ên çete yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê meşek hatibû plankirin.

Meşa ku Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan beşdar bûn, ji hêla polîsan ve hate astengkirin.

Piştî vê yekê, gel ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Polîsan bi gazên îsotê êrîşî meşê kirin. Gaza îsotê bndor li ser welatiyan kir û hin ji wan ji ser hişê xwe çûn. Protesto li gelek noqteyan belav bû û berdewam dike.

Ciwanên ku li kolanên bajêr kom bûn, meşa xwe berdewam kirin. Çalakî ji aliyê komên belavbûyî li gelek kolan û rêyên Amedê berdewam dikin.