Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

Li bajarokê Sengeserê kampanyayeke alîkariyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin.

Ji bo alîkarîkirin û piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê li gundê Tewsûranî ya ser bi Sengeserê ya girêdayî Qeladizê kampanyayake ya alîkariyê hate destpêkirin. Di kampanyayê de pere, cilên zivistanê û xorek tên komkirin.

Li ser navê kampanyayê Ahwan Rizgar axivî û diyar kir ku bi hemû beşên civakê wan dest bi kampanyayeke ya alîkariyê ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojava kirine.

Ahwan Rizgar bang li hemû aliyan kir ku eger nikarinbin biçin wir, dikarin li vir alîkarî ji bo gelê Rojava kom bikin.