ROJEVA 25’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
- Parlamenterê Swîsreyê Fabian Molina diyar kir ku êrîşên komên cîhadîst ên li ser Rojava êrîşeke cidî li ser demokrasî û mafên mirovan e û got, "Ev êrîş di heman demê de ji bo Ewropayê jî gefek mezin e; divê demildest têkevin nava tevgerê”.
- Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Veysî Ulgen bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê û mirinên ji ber dorpêça li ser Kobanê û got, “Berî ku pir dereng bibe divê korîdoreke mirovî were vekirin. Divê rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî ve li cihê bûyerê rewşê şopandin."
- KCDK-E di peyama ku ji bo endamê KNK’ê Selîm Sadak weşand de sersaxî ji malbat, dostên wî û gelê Kurd re xwest. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sadak bi salan di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bedelên giran da û qet dev ji têkoşînê berneda.