ROJEVA 3’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
- Endamê Meclîsa Neteweyî ya SPO Paul Stich diyar kir ku li Sûriyeyê ti çareseriya ku Kurdan û kêmneteweyên li derve dihêle wê mayînde nebe û got, "Aştiya rastîn tenê bi misogerkirina jiyanek ewle û bi rûmet pêkan e.”
Lêkolîna ku SAMER li bajarên Kurdistanê kiriye, nîşan dide ku baweriya gel bi pêvajoya çareseriyê hîn bêhtir kêm bûye. Koordînatorê SAMER’ê Yuksel Genç bal kişand ser wê yekê ku ji bo rakirina vê, divê veguhestinên qanûnî zû bên kirin.
- Parlamenterê Partiya DEMê Îbrahîm Akın destnîşan kir ku gelê Kurd êdî li benda gavên berbiçav e û got: “Tehamula gel ji bo mijûlkirinê nema ye. Gel wê wan tiştên ku tên dirêjkirin, paşguhkirin û li gorî daxwaz û dema desthilatê tên kirin, qebûl neke.”
- Enternasyonalîstê Elman Raman Bilal diyar kir ku ew Şoreşa Rojava li derveyî Kurdistanê wekî "Şoreşa Hêviyê" pênase dikin û got: "Ev destkeftî tenê bi mafên Kurdan sînordar nîn in; berdewamkirina dîroka têkoşînên demokratîk û şoreşgerî ya bi hezaran salan e. Em şopdarên vê dîrokê ne."
- Nursima Ozcan, karkerê depoya Migros Esenyurt ku ji ber berxwedana li dijî zordestiya zêdekirina sefaletê ji kar hatî derxistin, rewşa dijminatiya li hemberî karkerên li depoyê wiha anî ziman: “Mûdîrê ÎK’ê karkerê di berxwedanê de bi gotina ‘Tu kambûr î, kê te bigire kar’ biçûk xist.”