Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin

Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê tahliyeya Enver Yanik û Mahmut Atan xwestin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya xwe ya 724’an a “Rûniştina F” lidar xist. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyankirin” hatin berzkirin.

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 596’an a çalakiya xwe de li Qada Sakarya ya Enqereyê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mahmut Atan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê.