Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

Tê payîn ku civîna 6’emîn a koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê di 11’ê Sibatê de pêk were.

Civîna 6’emîn a koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate avakirin, di 11’ê Sibatê de pêk were. Tê diyarkirin ku di civîna 6’emîn de ku tê payîn bibe civîna dawî ya Komîsyonê, rapor were temamkirin. Wê Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş serokatiya civîna ku wê li Meclîsê pêk were, bike.

Rapora ku koma nivîsê amade bike, pêşî li endamên Komîsyonê piştre jî pêşkêşî Meclîsê bê kirin.