Hatîmogûllari û Ahmet Davutoglû: Bila gavên şênber bên avêtin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyona rapora xwe di zûtirîn demê de parve bike û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû jî bal kişand ser aştiya sê ling ku Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê digre nava xwe.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû piştî hevdîtina bi rojeva Rojavayê, civîneke çapemeniyê li dar xistin. 

Hatîmogûllariyê diyar kir ku wan serdana Rojavayê û Peymana 30'yê Çileyê ya di navbera Şam û QSD'ê de hatiye îmzekirin bi awayekî erênî dîtine û destnîşan kir ku divê peyman were bicîhanîn û divê Tirkiye jî beşdarî pêvajoyê bibe. Hatîmogûllariyê daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir da ku alîkariya mirovî ji Tirkiyeyê bigihîje Kobanê û xwest ku rapora komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin demildest bi raya giştî re were parvekirin.

Hatîmogûllariyê her wiha diyar kir ku derxistina qanûnên taybet, vekişandina qeyûman, bicîhanîna biryarên DMME'yê û berdana girtiyên siyasî dê baweriya gel zêde bike.

Ji aliyê din ve, Davûtoglû jî bal kişand ser xetereyên jeopolîtîk ên li herêmê û diyar kir ku gavên xelet û provokatîf dikarin bibin sedema pêvajoyeke pevçûnê. Davûtoglû destnîşan kir ku sê stûnên pêvajoyê hene: Tirkiye, Iraq û Sûriye û aştî tenê bi baweriya hevbeş û aqilê selîm mimkun e.