Aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû hate pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû yê ku piştî hate binçavkirin êdî agahî jê nehat girtin, pirsîn û edalet xwestin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsîn û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin. Vê hefteyê çalakiya 1089’an hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin, hilgirtin.

Vê hefteyê aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû yê li Êlihê di bin çavan de hate windakirin, hate pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyaniya çapemeniyê xwend.