Dorpêça Kobanê dewam dike: Leşkerên Tirk 9 roj in li sînorê Kobanê xendekan dikolin
Dema ku HTŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne, li derdora Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de xendek tên kolandin.
Dema ku HTŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne, li derdora Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de xendek tên kolandin.
HTŞ, DAÎŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê tevî agirbest û peymanên hatine çêkirin jî dorpêça li ser Kobanê didomînin. Ji 29'ê Çileyê ve li her du aliyên Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, li nêzîkî dîwarê sînor, xendek di bin çavdêriya leşkeran de tên kolandin.
Di bin çavdêriya leşkeran de, ekskavator li kêleka dîwarê sînor xendekan dikolin û axa ji van xendekan tê derxistin gir tên çêkirin. Her çend ekskavator ji ber barana zêde du rojan hatibû sekinandin jî, îro kolandin ji nû ve dest pê kir.
Her wiha, avakirina herî kêm pênc xalên kontrolê yên leşkerî ji Pirsûsê heta deriyê sînor ê Murşîtpinarê rê li ber çûn û hatina gundiyan digire. Li van xalên kontrolê yên leşkerî, nasnameyên gundiyan tên kontrolkirin.