Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari qurbaniyên erdheja 6’ê Sibata 2023’yan li Semsûrê li ser gora wan bi bîr anîn.

Bi wesîleya salvegera sêyemîn a erdheja ku navenda wê Mereş bû û di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Kayapinar merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî bîranînê bûn.

Hevserokan qurnefîl danîn ser gorên qurbaniyan û car din sersaxî dan malbatên li ser goran.