Li Cizîrê êşkenceya li ciwanê DBP’î hatî kirin, hate protestokirin

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Ramazan Kalkan bi zorê birin emniyetê û êşkence lê kirin. Li dijî vê yekê li ber avahiya edliyeyê çalakî hate lidarxistin.

Hat ragihandin ku 26’ê Çileyê endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramazan Kalkan dema derket derve, ji aliyê polîsan ve bi zorê li wesayîtê hate siwarkirin û hate binçavkirin, piştre êşkence lê hat kirin.

Nûnerên rêxistinên girseya demokratîk, partiyên siyasî û gelek kes tevlî daxuyaniya li ber Avahiya Edliyeya Cizîrê bûn.

Hevserokê Cizîrê yê DBP’ê Bager Aşkin bal kişand ser êşkenceyên ku di 20 rojên dawî de li navçeyê zêde bûne û got, “Ev komployek e. Nasnameya siyasî ya Kalkan tê hedefgirtin.”

Aşkin banga berdana Ramazan Kalkan û hemû binçavkiriyan kir.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî êşkenceyên salên 1990’î yên li Şirnexê bi bîr xist.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndana” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.

Kalkan piştî binçavkirina 4 rojan, sewqî edliyeyê hate kirin. Dozger bi daxwaza girtinê Kalkan şand Dadgeha Ceza û Sûlhê ya Cizîrê. Lêpirsîna dadgeriyê ya Kalkan dewam dike.