Li Rihayê 20 kes hatine binçavkirin û êşkence li zêdetirî 10 kesan hatiye kirin

Li rapora ji aliyê Şaxa Rihayê ya OHD’ê ve hate eşkerekirin, di dema xwepêşandanên nava mehekê de herî kêm 20 kes hatine binçavkirin, 16 ji wan hatine girtin û êşkence li zêdetirî 10 kesan hatiye kirin.

Şaxa Rihayê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya têkildarî mudaxeleyên polîsan ên li hemberî xwepêşandanên aşitiyane yên meha Çileyê yên li navenda Rihayê û navçeyên Pirsûs û Wêranşarê eşkere kir.

Li gorî raporê, di encama şeş êrîşên polîsan ên cuda de 20 kes hatine binçavkirin, 13 kes hatine girtin, cezayê hepsa malê li jinekê hatiye birîn û 3 zarok jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Rêvebera OHD’ê Dîcle Aysû diyar kir ku piraniya bincavkirin û girtinan bi hincetên endamtiya rêxistinê û propaganta rêxistinê hatine kirin û lê belê çalakiyên berbehs di çarçoveya mafên sereke de hatine lidarxistin.

Her wiha hate ragihandin ku herî kêm 10 welatî bi êşkece û miameleya xirab re rû bi rû mane û hate diyarkirin ku kesekî ku li navçeya Pirsûsê bi guleya plastîk birîndar bûye, bi talûkeya korbûnê re rû bi rû ye.

Dîcle Aksû anî ziman ku astengkirina xwepêşandanên aşitiyane ya bi awayekî sîstematîk siyaseta demokratîk teng dike û got: ‘’Ji bo mayîndebûna pêvajoya aşitiyê divê dewlet serî li tundî û êşkenceyê nede. Yan na binpêkirinên heyî, bêbaweriya civakê kûr dike û baweriya ji pêvajoya aşitiyê re lawaz dike.’’