ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.

- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim, got ku biryara berxwedana gelê Rojava li hemberî êrîşan pir girîng e û wiha got: “Îro divê em li dora şervanên YPJ’ê yên ku têkoşîna me ya birûmet dimeşînin, li dora berxwedana gelê Rojava bibin yek û xurt bibin.”

- Senatoyê Fransî Rémi Féraud, bal kişand ser girîngiya modela Rojava ji bo herêmê û got ku divê statuya xweser a Rojava were naskirin. Û wiha got: “Bêdengî nayê qebûlkirin. Rojava modelek e; divê ji bo parastina vê modelê em tevbigerin.”

- Çınar Altan, diyar kir ku gelê Kurd di mijara xwedîlêderketina Rojava de xwedî hişmendî û bîrekê xurt e û bal kişand ser vê yekê ku gelê Kurd dizane ku yên li Rojava diqewimin şerê hebûn û tunebûnê ye.

- Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), medyaya Erebî û Tirk a ku di sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava de hevpar e şermezar kir û bang li saziyên medyaya navnetewî kir ku girêdayî exlaqê rojnamegeriyê rastiyê ragihînin û biparêzin.

- Nivîskar Hatîce Kavran, got ku êrîşên li ser jinên şervan ên girtî û cenazeyan ne tenê sûcê şer in, di heman demê de şerekî zihniyetê ye ku li dijî peymana civakî ya ku jin bi îradeya xwe ya azad ava kiriye tê meşandin.