Kovara 'Ozgur Halk' dest bi weşana dijîtal kir
Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir.
Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir.
Yekem hejmara dijîtal a kovara ku ji Mijdara 1990’î ve weke weşaneke siyasî, teorîk û çandî tê weşandin, bi sernavê ‘’Serûbinbûnên herêmî û Pêvajoya Civaka Demokratîk’’ hate weşandin.
Di yekem hejmara kovara mehane de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo cih girt. Manîsfesto, weke heşt beşan bi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.
Her wiha di hejmara yekem de nivîsên têkildarî mijarên civaka demokratîk, neteweya demokratîk, sosyalîzm, azadiya jinan û ekolojiyê cih girtin û beşeke mezin a naverokan ji xebatên ku ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan hatine wergirtin, pêk tê.
Xwîner dikarin li ser platformên dijîtal Kovara Ozgur Halk bixwînin.