Êrîşa polîsan: Gelek kes hatin binçavkirin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî meşê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin ku rojnamevan jî di nav de bûn.

Ji bo piştevaniya bi rojavayê Kurdistanê re, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya hezaran kes meş hat lidarxistin. Welatiyan xwestin sînor derbas bikin. Di vê navberê de polîsan êrîşî girseyê kir û gelek kes binçav kir. Li seranserî navçeyê niha rewşeke awarte heye, polîs û leşkeran hemû kolan girtine û nahêlin welatî derbasî herêma ser sînor bibin.

Li hêla din; nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol, rojnamevan Ferhat Akinci, Pelşîn Çetînkaya, Muhammet Alî Yilmaz, Kesîra Onel û Bariş Demîrcan jî hatin binçavkirin.