Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan edalet xwestin

Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Abdullah Canan ê li Colemêrgê piştî hatî binçavkirin hate qetilkirin, bên cezakirin.

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bi pirsin û ji bo cezakirina berpirsyaran, her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakî lidar dixin. Vê hefteyê jî çalakiya 1086’an hate lidarxistin.

Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, li qadê kom bûn û vê hefteyê faîlê Abdullah Canan ê ku sala 1996’an li Colemêrgê piştî hatî binçavkirin hate qetilkirin, pirsîn.

Ji xeynî Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy, parêzvanên mafan jî beşdarî çalakiyê bûn.