Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin

Endama Serokatiya Konseya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku derbarê Bakur Rojhilatê Sûriyê de gelek agahiyên xelet ên di çarçoveya şerê taybet de tên meşandin û xwest ku tenê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin.

Endama Serokatiya Konseya PYD’ê Foza Yûsif tevli Stêrk Tv bû û têkildarî êrişên li ser Bakur Rojhillatê Sûriyê de agahî dan. Foza Yusif xwest ku daxuyaniyên HSD’ê esas bên girtin û şopandin.

Yusif wiha axivî: “Niha gelek agahiyên derew û xelet tên belavkirin. Tê xwestin tirs di nav gel de çêbibe. Ev rêbazên şerê taybet û psikolojîk in. Li gelek deveran pevçûn berdewam dikin. Êrişên li hemberî Herêma Cizîrê di astek xeter de ne. Hêzên YPG-YPJê li hemberî hemû êrişan bi awayek lehengî li berxwe didin. Armanca êrişkaran ew e hem komkujiyê pêk bînin hem jî gelan bi hev bidin qirkirin. Divê gelê me li her derê şiyar be û li ser piyan be.”