ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Êrişên komên çete yên ser bi dewleta Tirk ên li nava Hikumeta Veguhêz a Şamê yên li ser Helebê û qadên Rêveberiya Xweser wê bêne şopandin.

Serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê di roja 16'emîn de bê şopandin ku di nava atmosfera krîza aboriyê de destpê kir û bi daxwazên siyasî, civakî û aborî dewam dike.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal nerazîbûn nîşanî êrişên çeteyên cîhadîst ên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê û helwesta Tirkiyeyê da û got, "Bi gotina xwişk-biratiyê re dijberiya li statuya Kurdan a li Rojava nabe."

Pisporê Rojhilata Navîn Ivanov Stanislav Mihailoviç anî ziman ku kontrola HTŞ'ê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê wê pêşî li qirkirina gelê sivîl veke.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç got, "Sîstema cîhanê hildiweşe û Rojhilata Navîn jinûve ava dibe. Di vê pêvajoya dîrokî de ewlehiya herî mezin a Kurdan yekîtiya neteweyî û perspektîfa civaka demokratîk e."

Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-FED) Perva Înal diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de aqlê jinê nebe nabe, işaret bi têgeha 'ferasetê' ya jinê kir û got, "Divê jin aştiyê hilgirin, edaletê kontrol bikin û hişê civakî biparêzin."