Li gelek bajarên Tirkiyeyê banga rawestandina êrîşên li Helebê kirin

Li Hatay, Edene û Mersînê êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Helebê hatin protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza rawestandina êrîşan hat kirin.

Li gelek bajarên Tirkiyeyê êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta Tirk de ne, yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê hatin protestokirin. Bi hezaran kesan daxwaza rawestandina tavilê ya êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.

HATAY

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îskenderûnê bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşanî êrîşan da. Hevseroka DEM Partiyê Fîdan Dûrmûş daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku taxên kurdan ên li Helebê bi tank, top, obus û dronan hedef tên girtin û êrîşan wekî komkujiyek eşkere bi nav kir. Fîdan Dûrmûş daxwaza rawestandina tavilê ya êrîşan, darizandina berpirsiyaran û garantîkirina ewlehiya gel kir.

EDENE

Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê bi beşdariya sedan kesî li bajêr meşek li dar xist. Di meê de pankarta "Rojava xeta me ya sor e" û flamayên kesk, sor û zer hilgirtin. Girseya ku li Taxa Ova ya navçeya Seyhanê kom bû, ber bi herêma Pîşesaziya Metal a Şakirpaşa ya li taxa Onurê ve meşiya.

Di meşê de dirûşmeyên "Rojava, Rojhilatê Kurdistanê yek parçe ye", "Gelê Kurd ranezê Rojava biparêzin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana QSD", û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin. Welatiyên derdorê bi çepikan û nîşaneya serketinê piştgirî dan meşê.

Piştî deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûdê, endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê Tûba Tûnç daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar xwend. Tûba Tûnç diyar kir ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê de ne û bang li hêzên navneteweyî kir ku tavilê berpirsiyariya parastina sivîlan bigirin ser xwe.

MÊRSÎN

Bi hezaran kes beşdarî meşa ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê ve hate organîzekirin, bûn. Di meşê de pankarta "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye. Nayê teslîmkirin” hatibû vekirin. Meş ji Parka Bariş a navçeya Akdenizê dest pê kir û heta ber avahiya DEM Partiyê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren di daxuyaniyê de axivî û êrîşên hêzên girêdayî HTŞ’ê şermezar kir û banga piştgiriya berxwedanê kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku êrîşên li dijî Kurdên li Helebê hewldanek qirkirinê ye û gel û ciwanên ku li Rojava li dijî çeteyan li ber xwe didin silav kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û diyar kir ku Kurdên sivîlên dibin hedef. Bozan anî ziman ku heta ku êrîş rawestin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çepikan bi dawî bûn.