Li Êlihê serdegirtina malan a ji ber Helebê: 4 kes hatin binçavkirin

Bi hinceta ku tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûne li Êlihê 4 ciwan hatin binçavkirin.

LI ÊLIHÊ BINÇAVKIRIN

Bi îdîaya ku tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûne, li taxên Baglar, Çamlitepe û Bayindirlikê yên Êlihê serdegirtin li gelek malan hate kirin. Di encamê de ciwanên bin avê Selahattîn Îrekur, Diyar Yarma, Argeş Toparli û Suleyman Avşar hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li Êlihê.