Hunermend Mehsa Zareî hate binçavkirin

Hunermenda Kurd Mehsa Zareî duh li cihê kar bêyî ti biryarek a darazê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hate binçavkirin.

HUNERMEND MEHSA ZAREÎ

Mehsa Zareî ku li Îranê bi xebatên xwe yên çanda Kurdî tê nasîn, duh li Kirmanşanê hêzên ewlehiyê ser cihê wê yê kar de girtin û ew binçav kirin. Li gorî agahiyan, di dema kar û barê binçavkirinê de, bêyî biryarekê Mehsa Zareî birine cihek ne diyar.

Derbarê hinceta binçavkirin, cihê lê tê girtin û rewşa hiqûqî de, heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Malbat, kes û karên wê diyar kirin ku ew ji rewşa wê bi fikar in, hate zanîn ku hewldanên derbarê mijarê de, bê encam mane.