Dayika Koçero Ûrfa, Fadîle Arslan jiyana xwe ji dest da

Dayika endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Ûrfa), Fadîle Arslan (86) jiyana xwe ji dest da.

FADÎLE ARSLAN

Hat ragihandin ku dayika Metîn Arslan ê ku 4’ê Mijdara 2019’an şehîd bû, Fadîle Arslan ev nêzî 3 meh bûn tedawî didît, demên dawî rewşa wê ya tenduristiyê giran bibû, nexweşiyên wê zêde bibûn û carna ji ser hişê xwe diçû.

Fadîle Arslan 12’ê Tebaxê di taziyeya kurê xwe Metîn Arslan de axaftineke bi bandor kiribû. Arslan di axaftina xwe de gotibû, “Ez bi wî serbilind im. Ez pir kêfxweş im ku min ewladekî wiha mezin kiriye.”

Hat ragihandin ku cenazeyê Fadîle Arslan wê îro li navçeya Bêlqîs a Dîlokê were veşartin.