ROJANE
Hemû Nûçe
-
Komîsyon ji bo dema xwe ya kar dirêj bike li hev kom bû
Komîsyona ku têkildarî meseleya Kurd li meclîsê ava bû, ji bo dema xwe ya kar dirêj bike ji nû ve li hev kom bû. -
Ji bo mîtînga 4'ê Çileyê bang hate kirin
Endamên MEBYA-DER'ê ji bo mîtînga 4'ê Çileyê banga tevlîbûnê kriin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin. -
KCK’ê cejna Noelê ya alema Xristiyan pîroz kir
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Noelê ya alema Xristiyan pîroz kir. -
'Çareserî bi garantiya destûra bingehîn û tifaqa stratejîk a bi Kurdan re dibe'
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ragihand ku çareseriya pirsgirêka kUrd bi guhertina xalên yekperest ên destûra bingehîn, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û tifaqa stratejîk a bi Kurdan a li Rojhilata Navîn dibe. -
ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Balikesîr û Rihayê ji bo 47’emîn salvegera Komkujiya Mereşê daxuyanî hatin dayîn
Komeleya Çandê ya Elewiyan a Altınolukê bi bîr xist ku bi sedan Elewî di Komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin û daxwaza edaletê hat kirin. -
Kûrtûlmûş bi endamên partiyên ku koma wan li Meclisê tinene re civiya
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya amadekariyên rapora hevbeş de bi endamên partiyên ku hejmara wan têr nake ku li melisê komê ava bikin re civiya. -
Wezîrê Edaletê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç diyar kir ku di hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re wan gavên di çarçoveya nexşerêya komîsyonê de bêne avêtin nirxandine. -
Hamdiye Kirici ya DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Şaredariya Tarsûs a DEM Partiyê Hamdiye Kirici ku ji ber xwîn çû ser mejiyê wê rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. -
Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kir: Xwedîderketina parlamentê li pêvajoyê girîng e
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê destnîşan kir ku rêveçûna pêvajoya aştiyê li ser zemîna meclîsê gelekî girîng e û işaret bi girîngiya piştgiriya civakî û ewlehiya hiqûqî ya pêvajoyê kir. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Kûrtûlmûş bi dawî bû
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bi dawî bû. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Wezîrê Edaletê: Amadekariyên hiqûqî û rewşa girtîgehan hate nirxandin
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re rûnişt. Di hevdîtinê de sererastkirinên hiqûqî yên têkildarî pêvajoya aştiyê û pirsgirêkên li girtîgehan hate nirxandin. -
Komîsyona meclîsê ji bo dema kar dirêj bike wê li hev bicive
Komîsyona Meclîsê ku dema wê ya kar dawiya vê hefteyê diqede, ji bo dirêjkirina dema karkirinê 24'ê Kanûnê li hev dicive. -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş re civiya
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş re dest bi hevdîtinê kirin. -
Meral Daniş Beştaş ji bo mîtînga Hêvî û azadiyê banga tevlîbûnê kir
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo mijareke girîng e û banga beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" kir ku 4’ê Çileyê dê li Amedê were lidarxistin. -
Li dijî Şaredariya Şileyê operasyon: 22 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Şileyê de, polîsan 22 kes binçav kirin. -
Kenanoglû: Di nava 3 mehên destpêkê de gavên qanûnî dikarin bêne avêtin
Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû anî ziman ku sala 2025'an qonaxên gelekî girîng hatin derbaskirin û got, sala 2026'an ji bo avakirina zemîna qanûnî ya pêvajoyê wê bibe demeke krîtîk. -
ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şandeya Îmraliyê serdana EMEP’ê kir: Misogerkirina aştiyê bi hiqûqê pêkan e
Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û EMEP’ê de, bal hat kişandin ser pêdiviya misogerkirina zagonî ya pêvajoya aştiyê, avakirina tifaqa herî berfireh a di siyasetê de û xurtkirina piştgiriya civakî. -
Civîna nivîsandina raporê ya komîsyonê bi dawî bû
Piştî Serokê Meclisê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş bi nûnerên partiyên siyasî re civiya, hat ragihandin ku koma nivîsandinê wê ji nû ve bicive û dema komîsyonê wê were dirêjkirin. -
Hevdîtina Serokê Meclîsê û koma nivîsandina raporê destpê kir
Hat ragihandin ku hevdîtina Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş a bi koma nivîsandina raporê re destpê kir. -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi EMEP’ê re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan re civiya. -
Rojnamevan hempîşeyên xwe Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bibîr anîn
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku dema êrîşên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di êrîşa balafirê bêmirov a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Ozel: Li Tirkiye û Sûriyeyê divê demokrasî serwer be
Di dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û lîderê CHP'ê Ozgur Ozel de Ozel anî ziman ku ew dixwazin hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê aştî û demokrasî serwer be. -
Qisekerên mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' diyar bûn
Kesayetên ku 4'ê Çileyê li Amedê di mîtînga "Hêvî û Azadiyê" de biaxivin diyar bûn.