ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Komîsyona Meclîsê ku dema wê ya kar dawiya meha Kanûnê diqede, ji bo dirêjkirina dema xwe ya xebatê îro dicive.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Noelê ya civaka Xiristiyan pîroz kir.
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku desthilatdariya salekê ya HTŞ'ê Sûriye ji çareseriya demokratîk dûr xistiye û dewameke rastgir a rejîma Baas e. Aldar Xelîl got, HTŞ ji ber destwerdanên Tirkiyeyê nikare biryarê jî werbigire.
Pêvajoya ku li bajarên beravî yên Sûriyeyê bi komkujiyên li dijî Elewiyan destpê kir û bi agirbestên binpêkirî dewam kir, nîşan dide ku desthilatdariya Şamê li şûna Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî di avaniyeke navendîperest de israr dike.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ragihand ku çareseriya pirsgirêka kUrd bi guhertina xalên yekperest ên destûra bingehîn, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û tifaqa stratejîk a bi Kurdan a li Rojhilata Navîn dibe.