Komîsyona meclîsê ji bo dema kar dirêj bike wê li hev bicive
Komîsyona Meclîsê ku dema wê ya kar dawiya vê hefteyê diqede, ji bo dirêjkirina dema karkirinê 24'ê Kanûnê li hev dicive.
Komîsyona Meclîsê ku dema wê ya kar dawiya vê hefteyê diqede, ji bo dirêjkirina dema karkirinê 24'ê Kanûnê li hev dicive.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş vexwendîname têkildarî civîna 20'emîn a Komîsyona Meclîsê vexwendîname ji partiyên siyasî re şand. Tê payin ku dema karkirinê ya Komîsyonê bê dirêjkirin ku dema wê 31'ê Kanûnê diqede. Civîna bi serokatiya Kûrtûlmûş wê di 24'ê Kanûna 2025'an roja Çarşemê saet di 11:00 de li Salona Merasîmê ya Meclîsê bê lidarxistin.
Di civînê de wê komîsyona meclîsê destpêkê li pêşkêşiya Prof. Dr. Havva Kok Arslan guhdarî bike. Piştî pêşkêşiyê wê endamên komîsyonê li ser pêvajoyê nirxandinê bikin.