Kûrtûlmûş bi endamên partiyên ku koma wan li Meclisê tinene re civiya
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya amadekariyên rapora hevbeş de bi endamên partiyên ku hejmara wan têr nake ku li melisê komê ava bikin re civiya.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya amadekariyên rapora hevbeş de bi endamên partiyên ku hejmara wan têr nake ku li melisê komê ava bikin re civiya.
Kûrtûlmûş ê ku li ser navê serokê meclisê û komîsyonê civînan li dar dixe, bi Serokê Giştî yê HUDA PAR û parlamenterê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu û parlamenterê Stenbolê yê Partiya Yeniden Refah (YRP) Dogan Bekîn re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derbarê rapora hevbeş a ku were amadekirin de danûstandin hatin kirin.
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê û endamê komîsyonê Ahmet Şik û parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan beşdarî hevdîtinê nebûn.
Hat hînbûn ku Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk (DSP) Mehmet Onder Aksakal ê ku ji ber bernameya xwe nekarî beşdarî civînê bibe, wê sibê bi Serokê Meclîsê Kûrtûlmûş re bicive.