Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi EMEP’ê re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan re civiya.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan re civiya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol bi Partiya Kedê (EMEP) re dest bi hevdîtinê kir. Serokê Giştî yê EMEP’Ê Seyît Aslan û Parlamentera Dîlokê ya EMEP’ê Sevda Karaca mêhvanên xwe li ber derî pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê, derbasî salona civînê bûn.