NÛ BÛ

Li Balikesîr û Rihayê ji bo 47’emîn salvegera Komkujiya Mereşê daxuyanî hatin dayîn

Komeleya Çandê ya Elewiyan a Altınolukê bi bîr xist ku bi sedan Elewî di Komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin û daxwaza edaletê hat kirin.

Komeleya Çandê ya Elewiyan a Altınolukû  bi boneya 47’emîn salvegera Komkujiya Mereşê li Qada Cûmhûriyetê ya navçeya Altınoluk a Balikesirê daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Mereşê ji bîr nekin, bila neyê jibîrkirin" û "Duh li Mereşê, îro li Sêwasê, çareserî di têkoşîna li dijî faşîzmê de ye" hatin berzkirin.

Di daxuyaniya ku gelek welatî beşdar bûn de hat bibîrxistin ku Komkujiya Mereşê bû sedema qetilkirina bi sedan Elewiyan, birîndarkirina bi hezaran û koçberkirina bi dazrê zorê ya bi deh hezaran kesan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema komkujiyê de taxên Elewî bi awayekî sîstematîk hatine hedefgirtin û hat gotin ku tevî ku 47 sal li ser komkujiyê derbas bûne jî, êş û hêrs hîn jî teze ne. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: "Mereş ne ​​tenê trajediyek berê ye; ji ber edalet pêk nehat, ew birîneke vekirî ye ku gefê li niha û pêşerojê dixwe.”

'SÛCAR HATIN XELATKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku heta bi sûcdarên rastîn ên komkujiyê re hevrûbûnek samîmî nehatiye kirin. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku piraniya berpirsiyaran nehatine darizandin û sûcdar jî bi awayekî siyasî hatine xelatkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal kişandin ser komkujiyên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê û bang li civaka navneteweyî kir ku dev ji polîtîkayên ku komkujiyên li dijî Elewiyan teşwîq dikin berdin.

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ji bo şermezarkirina Komkujiya Mereşê li ber Novada Park AVM’ê ya li navçeya Xelîliyeyê bi beşdariya gelek sazî û kesan daxuyanî da. 

Hevserokê OHD’ê Yasîn Aktaş li ser navê platformê daxuyanî xwend. Aktaş bi bîr xist ku di komkujiyê de 120 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û got, "Ev komkujî, mîna komkujiyên din ên Elewiyan, di bin çavdêriya dewletê de pêk hat û hêzên ewlehiyê yên li bajêr bi tu awayî mudaxele nekirine. Dewlet ji ber ku tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina wê negirtiye, berpirsyarê Komkujiya Mereşê ye."