Komîsyon ji bo dema xwe ya kar dirêj bike li hev kom bû
Komîsyona ku têkildarî meseleya Kurd li meclîsê ava bû, ji bo dema xwe ya kar dirêj bike ji nû ve li hev kom bû.
Komîsyona ku têkildarî meseleya Kurd li meclîsê ava bû, ji bo dema xwe ya kar dirêj bike ji nû ve li hev kom bû.
Komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bû cara 20'emîn li hev kom bû.
Komîsyon bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş civiya û dest bi nirxandina mijara dirêjkirina dema xwe ya kar kir.
Komîsyon dema ku ava bû, dema ji bo karê xwe heta 31'ê Kanûnê diyar kiribû, lê belê ji ber ku rapora li ser gavên qanûnî yên têne hêvîkirin nagihêje wê demê, biryar hate dayin ku ev dem bê dirêjkirin. Tê payin ku di civînê de biryar bê dayin ku dema kar a komîsyonê ji bo 2 mehan bê dirêjkirin.