Roja duyemîn a sersaxiya Aykol bi dawî bû

Roja duyemîn a sersaxiya Şehîdê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê hatibû danîn, bi dawî bû.

HUSEYÎN AYKOL

Sersaxiya Şehîdê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatiye danîn, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. Gelek rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û dostên wî serdana sersaxiyê kirin. Dayikên Şemiyê ji bo sersaxiyê kulîlk şandin û hezkiriyên Aykol hest û ramanên xwe di lênûska bîranînê de nivîsandin.

Sersaxiya ku bi girseyî hat ziyaretkirin, wê sibê jî berdewam bike.