Şîna ji bo Huseyîn Aykol di roja duyem de ye

Şîna ku ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol hat danîn, di roja duyemîn de ye. Beşdaran bîranîn û hestên xwe di lênûska ku ji bo bîranîna Aykol hatiye danîn de nivîsandin.

ROJNAMEVAN HUSEYÎN AYKOL

Şîna ku ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ku wekî şehîdê Çapemeniya Azad hat ragihandin, roja duyemîn li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û parlamenterên partiyê û her wiha gelek rojnamevan, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar serdana sersaxiyê kirin.

Malbat, hevkar û hezkiriyên Aykol ku bîranînên xwe di lênûska ji bo wî hat danîn nivîsandin, hevpîşeyên wî û hezkiriyên wî bîranên xwe yên bi wî re li lênûskê nivîsandin. Şîn dê sibê jî berdewam bike.